Hezîran 18, 2018 15:13 Asia/Tehran
  • Şervanên HSDê navçeyek bi temamî kontrol kirin

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarokê Dişîşê yê bi ser Hesekê ve bi temamî ji destê terorîstên rêxistina DAIŞê rizgar kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî şerê rojekê yê giran ragihandin ku wan ew herêma Dişîşe ya bi ser Hesekê ve bi temamî ji destê terorîstên rêxistina DAIŞê rizgar kirin. HSDê beriya niha ragihandibû ku tenê çend saet ji wan re mane ku binkeya sereke ya DAIŞê li bajarokê Dişîşê, kontrol bikin û duhî herêm kontrol kirin.

Li gor zanyariyên berdest, li herêma Dişîşê di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de şer û pevçûnên giran qewmîn. HSDê dibêje: Niha bi tenê navçeya Hecîn di destê DAIŞê de maye û ji bo kontrolkriina wê, HSDê berê hêzên xwe dane Hecînê.