May 26, 2018 19:25 Asia/Tehran
  • Di encama teqîna li Idlibê de 5 kes hatin kuştin

Di encama teqîna li bajarê Idlibê li bakûra rojavaya Sûriyê de 5 kes hatin kuştin û zêde ji 43 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, malpera El Mursed a ser bi neyarên Sûriyê, ragihand ku trombîleka bombebarkirî li kolana 30`an a li bajarê Idlibê teqiya ku di encamê de 5 kes hatin kuştin û 43 kes jî birîndar bûn. Ji ber vê teqînê gelek xisar li binavahî û malên xelkê vî bajarî ketin . Parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ji bilî bajarokên Fewe û Keferyayê, di bin kontrola terorîstan da ye. Bajar û parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê ku ketiye ser sînorê bi Tirkiyê re, ji aliyê terorîstên tekfîrî ve, ji 28`ê Adara sala 2015`an ve dagîr bûye.