May 26, 2018 17:26 Asia/Tehran
  • 900 meyt li gornên komkî yên bajarê Reqayê hatin dîtin

Komîteya ji nûveavakirina Reqayê, ji peydabûna 900 meytan li gornên komkî yên goriyên DAIŞ`ê ji destpêka îsal ve li nav bajêr agahî da.

Li gorî rapora ISNA`yê, Komîteya ji nûveavakirina Reqayê,, li daxuyaniyekê ragihand: Ji Çileya buhurî ve heya niha 900 meyt li gornên komkî yên li nav bajarê Reqayê hatine dîtin ku yên wan kesan in ku bi destê endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê hatine kuştin.

Her di vê çarçoveyê de, Ebdulreûf Ehmed, endamê Komîteya ji nûveavakirina Reqayê,, pêgîrî kir: Para zêde ya meytan yên jin û zarokan in ku nayên naskirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, ev meytane yên wan kesan in ku hewl didan ji Reqayê birevin û bi destê endamên Koma Terorîst  a DAIŞ`ê hatine kuştin.

Komîteya ji nûveavakirina Reqayê, ser bi Konseya Medenî ya vî bajarî ye ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, di sala 2017`an ew damezirandine û armanca wê birêvebirina karûbarên vî bajarî piştî derxistina DAIŞ`ê ye û zêde ji 100 kes ji xelkê Reqayê endamên wê ne..