May 26, 2018 16:14 Asia/Tehran
  • Sûrîyê serokatîya Konfiransa Navnetewî ya Jiçekirinê girt destê xwe

Tevî neyarîyên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst, Sûrîyê serokatîya vê dewrê ya Konfiransa Navnetewî ya Jiçekirinê ku NY lidar dixe, mideha mehekê girt destê xwe.

Konfiransa Navnetewî ya Jiçekirinê ser bi NY dê ji roja duşem 28`ê Gulanê ve mideha mehekê li Jênêwê bê lidarxistin.

Li gorî rapora kanala Al Mayadeenê, Hisamedîn Ala nunerê dayimî yê Sûrîyê li nivîsgeha NY û sazîyên navneetwî li Jênêwê, da zanîn ku li Konfiransa Navnetewî ya Jiçekirinê dê mijarên têkildarî jiçekirinê, cûrên çekên komkujîyê û çekên din bên hilêxistin û dîyar kir: 65 welat endamê vê konfiransa navnetewî ne ku ev konfiransa li gorî xala beranberîya welatan kar dike lewma gengeşeyên sîyasî yên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst nikarin pêşîya serokatîya Sûrîyê bigirin.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li Jênêwê herwiha got: Sûrîye dê li gorî dora xwe bi awayekî berpirsane û di çaçrova pêwîstîyên serokatîya vê konfiransê de pêngavan rake û kar bike û dê hemî hewildanên xwe ji bo cihanîna destûrkara vê konfiransê bi kar bîne.

Sûrîyê li halekî serokatîya Konfiransa Navnetewî ya Jiçekirinê girt destê xwe ku Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst gellekî hewil dan nehêlin Sûrîye serokatîya vê konfiransê bigire destê xwe.