May 26, 2018 12:59 Asia/Tehran
  • Penaberên ereb êrîşê ser penaberên kurd kir: 4 kesan canê xwe ji dest da

Li Yunanistanê li kampeke penaberan, komeke penaberên ereb ên Sûriye û Iraqê bi hesinan êrîşê ser penaberên kurd kir û di encamê de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê li welatê Yunanistanê li kampeke penaberan, di navbera penaberên kurd û ereb de pevçûnê rûda û komeke penaberên ereb ên ji Iraq û Sûriyê bi boriyên hesin êrîşê ser penaberên kurd ên ji bakurê Sûriyê kir.

Di wê nûçeya ku Rûdawê li gor vîdeoyeke li ser medyaya civakî de ew wergirtiye eşkera dibe ku di encama êrîşa penaberên ereb de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da û çend penaberên kurd ên din jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di dema êrîşa dirindane a ereban a li ser kurdan de polîsên yunanî ti midaxeleyek nekiriye.