May 26, 2018 11:27 Asia/Tehran
  • Çarçoveya nexşerêya Minbicê diyar bû

Civîna duyemîn a heyetên xebatê yên Tirkiye û Amerîkayê li ser mijara Sûriyeyê li Enqereyê birêve çû.

 Li gorî rapora ISNA`yê, hat ragihandin ku dê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemtayê wî yê tirk Mevlud Çavuşoglu 4ê Hezîranê li Amerîkayê bicivin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê civîna îro 25ê Gulanê ya Enqerê de ku herdu heyetên xebatên yên amerîkî û tirk civiyan ragihand, "Ji bo pêkanîna aramî û ewlekariya Mincibê nexşerê hatiye diyarkirin."