May 25, 2018 20:13 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê rehim li goristanên Efrînê jî nekir

Malpera Al Hurayê derbarê encamên operasyona Tirkiyê li ser Efrînê raporteke weşand ku tê de wiha tê gotin: "Kevir jî nefilitîn, peristgeh û gorên ku Tirkiyê li Efrînê wêran kirin."

Raport bi van gotinan dest pê dike: "Perestgehên wêrankirî û keleporeke wenda, aliyekî din ê êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê ye ku roj bi roj encamên wê zelaltir dibin."

Malpera Al Hurayê ragihand ku pisporê meseleya kurdan  Fexrî Ebdo diyar kiriye ku ligel aktivîstên kurd agahî derbarê wan deverên dîrokî de berhev kirine ku li bakurê Sûriyê hatine wêrankirin û destnîşan kir, zehmet e ku wêneyên wan deveran werin tomarkirin û hilgirtin ji ber ku hêzên Tirkiyê û têrorîstên ku Enqere pişta wan digire rê nadin ku kamereyan bibin herêmê lê wan ev agahî ji şahidên bûyerê wergirtine.

Li gorî lîsteya aktivîstan, deverên dîrokî yên hatine wêrankirin wiha ne: Perestgeha Darayê, Perestgeha Berad a dîrokî, kavilên herêma Xerab Zehrayê, Dêra Ebleskê, kavilên herêma Pêximber Horî/Sîrûs û gelek gor û mezarên olî û yên sembolên kurdan.

Herwiha hinek vîdeo di medyaya civakî de belav bûne ku têrorîstên Artêşa Sûrîyeya Azad gorên kesayetên kurdan jî wêran dikin, wek gora Nûrî Dêrsimî ya li Ziyaretgeha Henanê ya li Kefer Cenê.

Ji aliyê din ve, birêvebera Riwangeha Kelepora Çandeyî ya Zanîngeha Bostonê ya Amerîkayê (ASOR) Emine Gabrielê diyar kiriye ku gelek deverên dîrokî li ser destê komên Tirkiye piştgiriya wan dike hatine wêrankirin û talankirin.

Riwangehê diyar kiriye ku di van pênc mehên dawîyê de Artêşa Tirkiyê ziyan gihandiye gelek deverên dîrokî, wek devera dîrokî ya li çiyayê Semanê li bakurê Sûriyê.

Li gorî riwangehê, Artêşa Tirkiyê leşkeran li Dêra Seman ya 490 salî bi cî dike û avahiyan ji bo wan ava dike ku bûye sedema ziyanan.