May 25, 2018 17:20 Asia/Tehran
  • Girtina yek ji serkideyên fransî yên DAIŞ`ê li Sûriyê

Hêzên Demokratîk ên Sûriyê dibêjin ku yek ji fermandeyên fransî yên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Reqaya vî welatî girtin.

 Li gorî rapora IRNA` yê, kurdên Sûriyê pêncşemiyê şevê di rûpela xwe ya di twîterê de raghandin ku Edriyan Liyonêl Kiyalî nasiyar bi  Ebû Usame El-Frensî ku li  êrişên  terorîstî yên sala 2015`an a  Parîsê û 2016`an  jî dest hebûye tev malbata wî girtine.

  Li gor nçyeke din ûtûbana  navneteweyî ya Şam-Helebê wek riya sereke ya bakur  bo başûrê Sûriyê bi derketina  komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibe piştî heft salan tam vedibe.

  Li gorî raghandina  roja îniyê ya medya sûrî û ji zarê çavkaniyên xwecî, Tirkiyê ji neyarên çekdar ên Sûriyê xwest ku bila  terka bajêr û bajarokên  Morik, Xan Şêxûn, Mere Neman, Serqib û Cisr El-Şexûrê ya parêzgeha Idlibê bidin.

  Tirkiyê ji van komana re teqez kiriye ku  ev birayra hatiye dayîn û riyek xêncî viya tine û her koma  ku nexweze ji van bjêrana  paşde vekişe, berpirsê pevçûna  tev artêşa  Sûriyê ye.

 Piştî hewldana  dewleta Sûriyê bi piştgiriya  bereya berxwedanê li dijî komploya  alîgirên  terorîstan wer tê xûyanê ku hejmartina berûvajî ji bo dawîbûan emrê terorîzmê li vî welatî destpê bûye.

  Welatên  rojava-erebî bi serkirdetiya  Emerîkayê ji heft salan berî niha  bi stratejiya sernixûnkirina dewleta qanûnî ya  Sûriyê û bi piştgiriya  ji komên terorîstî bûn baîs ku bi dehanhezar terorîstên tunrew ji welatên curbicur ên cîhanê berê xwe bidin Sûriyê

 Terorîstan li vê midehê bi hezaran  welatiyên sûrî kuştine û bi milyonan kes jî aware kirine.