May 25, 2018 16:08 Asia/Tehran
  •  Operasyona artêşa Sûriyê li dijî meqerên koma terorîstî ya Tehrîr ul Şamê

Artêşa Sûriyê meqerên kopma terorîstî ya Tehrîr Şamê li gundê El-Zelaqiyatê li derdora bakurê rojava parêzgeha Hemahê dan ber êrişan.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî yên Yemenê roja îniyê raghandin: Artêşa Sûriyê tev komek ji terorîstan ku dixwestin derbasî derdora bakurê rojava parêzgeha Hemahê li rojava  Sûriyê bibin, ketin pevçûnê ku li vê operasyonê, hejmarek ji terorîstan hatin kuşin an birîndar bûn û çek û sîlehên wan hatin îmhakirin.

Endamên koma terorîstî ya Tehrîr Ul-Şamê ku li derdora  bakurê parêzgeha  Hemahê bi cih bûne berdewam malên  xelkê li gundan û bajarokên  derdora  navçên cihê  bcihbûna wxe didin ber êrişan.

 Welatên  rojavayî tev Emerîka û hevpeymanên  navçeyî yên  Waşengtonê hewl didin bi parastina  komên  terorîstî yên mîna  Tehrîr Şamê li Sûriyê, dewama  qeyrana  li vî welatî rêveberî bikin.