May 24, 2018 21:09 Asia/Tehran
  • Heddad: Divê Amerîka û Tirkiye ji nav axa Sûriyê derkevin

Balyozê Sûriyê yê li Moskowêو Riyad Heddad got, Amerîka û Tirkiye bi awayekî deryasayî ketine nav axa Sûriyê û ji ber vê yeke divê jê derkevin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Balyozê Sûriyê yê li Moskowê, Riyad Heddad di bersiva vê pirsê de ku hêzên Îranê divê ji Sûriyê derkevin an na? de got: Welatên ku bêyî destûra hikumetê ketine nav axa me, divê ji Sûriyê derkevin, ev welat jî Amerîka û Tirkiye ne."

Heddad herwiha got: Em bi awayekî erênî li hebûna hêzên îranî yên li nav axa Sûriyê dinêrin.

Ji aliyê din ve Heddad anî zimîn ku şanda hikumetê dê beşdarî xebatên komisyona destura bingehîn bibe. Balyozê Sûrîyê ev tişt gotin, "Welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina komîsyona destura bingehîn li hev kirin û rêveberiya Sûriyê jî qebûl kir ku şandekê bişîne." Riyad Heddad destnîşan kir ku lîste hêj nehatiye diyarkirin lê di demeke nêzîk de yê were ragihandin.