Nîsan 26, 2018 18:13 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê çend navçeyan li başûrê Şamê azad kirin

Artêşa Sûriyê li dewama pêşveçûnên vê dawiyê li başûrê Şamê, çend navçeyan li Hecer Ul Eswedê azad kirin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, artêşa Sûriyê û hêzên bereya Berxwedanê, li ser tûnêlên terorîstan li navça Hecer Ul Eswedê serdest bûn.

Êrişa artêşa Sûriyê û mêhwera Berxwedanê ser pêgehên komên terorîst ên DAIŞ û Tehrîr El Şamê li Hecer Ul Eswedê û kempa Yeremûkê li başûra paytexta vî welatî ji 9 roja beriya niha ve dest pê bû.

Kempa Yeremûkê û navça Hecer Ul Eswedê niha bi tamî ketine dorpêça artêşa Sûriyê û hêzên bereya Berxwedanê.

Her di vê çarçovê de operasyona artêşa Sûriyê û bereya Berxwedanê li pênc rojên buhurî, bû sedema azadbûna taxa El Zînê li parêzgeha Rîfa Şamê.

Berî niha artêşa Sûriyê Xûteya Rojhilatê Şamê ji bin lepên terorîstan azad kiribû.