Nîsan 23, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Çek û sîlahên terorîstên Cêyşul-îslamê ketine destê hêzên artêşa Sûriyê

Terorîstên Cêyşul-îslamê ser bi Erebistanê li Qelemûna rojhilatî çek û sîlahên xwe radestî artêşa Sûriyê kirin û ji vê navçê derketin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Terorîstên Cêyşul-îslamê ser bi Erebistanê li Qelemûna rojhilatî duh yekşemê ragihand ku wan çek û sîlahên xwe yên giran ku pêkhatî ji 75 tank û parek mûşekên amerîkî, siyonîstî bûne radestî artêşa Sûriyê kirin.

Piştî ku Terorîstên Cêyşul-îslamê ser bi Erebistanê çek û sîlahên xwe yên giran li Qelemûna rojhilatî li parêzgeha Rîfa Şamê radestî artêşa Sûriyê kirin, neyariya di navbera grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê kete qunaxekî nû.

Parek ji xebatkarên medyayî yên ereb û nivîskar û xebatkarên ser torên civakî yên ser bi grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê ev karê Cêyşul-îslamê ku çek û sîlahên xwe yên giran dane artêşa Sûriyê bi şîdet mehkûm kirin û ji vê karê Cêyşul-îslamê wekî xeyanet nav birin.