Nîsan 21, 2018 19:46 Asia/Tehran
  • Zêde ji 3000 çekdarên sûrî ji Qelemûna Rojhilat derketin

Çavkaniyên ewlehiyê yên sûrî ragihandin herî kêm 3200 kesên çekdar li gel malbatên xwe, îro şemiyê ji Qelemûa Rojhilat derketin ta ku veguhezin Idliba bakûr.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, çavkanyên ewlehiyê yên sûrî herwiha ragihandin: Ev hejmara çekdarên neyar ên sûrî û malbatên wan li navça Nasiryê kom bibûn ta ku ber bi Cerablosa Bakûr ve li Idliba Bakûr werin veguhestin.

Kanala nûçeyan a El Ixbariye ya Sûriyê jî ragihand: Hejmare Otûbûsên hilgirê kesên çekdar û malbatên wan ji Al-Raheybeh û Cîrûdê û Nasiriyê li dorhêla Şamê ve derketine û li gorî hevhatineka ku ji bo derketina van kesana ji vê navçeyê pêk hatiye, biryar bû ku kesên çekdar, çekên xwe yên giran û depoyên çekan radest bikin.