Nîsan 19, 2018 18:59 Asia/Tehran
  • Gotûbêja bi rêya telefonê ya serokwezîrê Otrîşê li gel hevtaya xwe ya almanî û Pûtîn

Serokwezîra Otrîşê li axiftina bi rêya telefonê li gel serokomarê Rûsyê û serokwezîra Almanyayê, ji amadetiya welatê xwe bona mazûvaniya gotûbêjên nû yên aştiyê yên li ser Sûriyê agahî da.

Li gorî rapora malpera rojnama Kronen`ê (kronên), Sebastian Kurz (Sêbastiyen Kurts), serokwezîrê Avûstrayê (Otrîş), gotûbêjên destpêkê yên li ser însiyatîfeka nû ya dîplomatîk li qeyrana Sûriyê, li gotûbêja bi rêya telefonê ya bi Vladimir Putin, serokomarê Rûsyê re hilkoland û xiste ber niqaşê.

Kurts ragihand: Pûtîn li gel pêşniyara Otrîşê ya li ser viya ku gotûbêjên Sûriyê li Viyenayê werin lidarxistinê ye.

Serokwezîrê Otrîşê li ser girîngiya alîkariyên însanî yên li Sûriyê pêgîrî kir û got: Divê bi hemî alav û rêbazên pêkan, pêşiya giranbûna pevçûnên li Sûriyê, bi taybet di navbera hêzxurtên wek Amerîka û Rûsyê were girtin.

Kurts herwiha li axiftineka din a bi rêya telefonê bi Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê re, bi pêgîriya li ser vê yekê ku Sûriyê tu rêçareyeka leşkerî tuneye, li bara kiryarên bawerîçêker û însiyatîva dîplomatîk a ji bo rêçareyeka aştiyane ya ji bo pevçûnên Sûriyê axivî.