Karzanên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî hîn neghêştine Dûmayê
Çavkaniyeke ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê li Reuters`ê re gotiye ku çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî ku duh nûça gihêştina wan bo bajarê Dûmaya Sûriyê hat weşandinê, hîn derbasî vî bajarî nebûne û û îro jî dê neçine bajarê Dûmayê.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê Reuters`ê vê çavkaniyê destnîşan kiriye roja sêşemiyê tîmeke amadekariyê derbasî bajarê Dûmaya Sûriyê bûn lê karzanên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî OPCW nebûn.
Reuters`ê li vê barê îdia kir ku derengmayîna derbasbûna tîma karzanên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî piştî gulleavêtina li cihê êrişa îdiayî bû.
Çend çavkaniyên nûçan ên din jî ji Reutersê gotin ku hegera vê derengmayîna derbasbûna çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî bo bajarê Dûmayê, guleavêtina li cihê bûyera êrişa kîmyawî bûye.