Nîsan 18, 2018 19:20 Asia/Tehran
  • 5 hezar terorîst ji navça El-Zemîr a derûdora Şamê derdikevin

Gor rêketina di navbera artêşa Sûriyê û grûpa terorîstî ya Cêyşul-îslamê qirar e 5 hezar terorîst û malbatên xwe ji navça El-Zemîr a derûdora Şamê derdikevin û ber bi navça Cerablusê li Helebê têne şandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, ji zarê ajansa nûçan a fermiye Sûriyê; Gor rêketina di navbera artêşa Sûriyê û grûpa terorîstî ya Cêyşul-îslamê vê grûpê parek ji çek û sîlahên xwe yên giran radestî artêşa Sûriyê dane û  qirar e 5 hezar terorîst û malbatên xwe ji navça El-Zemîr a derûdora Şamê derdikevin û ber bi navça Cerablusê li Helebê têne şandin.

Hatiye ragihandin ku ev rêketina artêşa Sûriyê û terorîstên Cêyşûl-îslamê piştî rêketina wan li Dûmayê hate dest ku Dûma ji destê van terorîstan azad bû û terorîst ji nav vî bajarî derketin.

Gor nûçeyekî din ji Sûriyê, artêşa Sûriyê embarekî çek û sîlahên kîmyawî yê li bajarê Dûmayê kifş kirin ku hatiye ragihandin terorîstan ji van terorîstan istifade dikirine.