Rapora Rêxistina ewrûpî li bara êrişa kîmyawî ser Dûmaya Sûriyê
Enistîtoya swîsî li gor rapora televîzyonekê raghand tu belge û rapor têkildarî xebitandina çekên kîmyawî li Dûmaya Sûriyê tinene.
Li gorî rapora rojnama otrîşê ya Dî Pressiyê, saziya lêkolîn ya Swîsê`` Bazirganî û aboriya Bazilê`` rapora xwe li gor lêkolîna meydanî ya televîzyona emerîkî ya nasiyar bi OANN ku ji xelkê û pizîşkên li navçê pirs û bersiv kiribû, raghand.
Vê saziya swîsî her wiha raghand ku ji bo bidestxistina aşitiyê li Sûriyê divê hemî kiryarên eskerî dervey çarçoveya NY werin rawestandin.
Emerîkayê tev Brîtanya û Fransayê, îdiaya xebitandina çekên kîmyawî li bajarê Dûmayê li Xûteya rojhilata Sûriyê kirin û hema bi vê hincetê, roja şemiyê 14 Nîsana 2018` an êrişa mûşekî kirin ser Sûriyê.
Piştî vê êrişa mûşekî, gelek behs û nîqaş ser qanûnî an neqanûnîbûna ev êrişa mûekî û rola rojava li Sûriyê cih hat.
Li gorî gotina karzan û analîzoran, ev êrişa mûşekî li gor gotinên pûç û bê belge û neqanûnî cih hatiye.