Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên terorîstan li başûrê Şamê
Navenda nasiyar bi Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê li Londonê raghand ku hêzên artêşa vî welatî, navçên di bin kontrola terorîstan li başûrê Şamê li paytexta Sûriyê, dan ber êrişan.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê malpera nûçan a El-Neşreyê, navenda nasiyar bi Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê got: Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên DAIŞ`ê li başûrê Şamê hevgavê amadetiya van hêzana ji bo destpêkirina operasyona derxistina terorîstan ji vê navçê cih tê.
Endamên DAIŞê jî du hawan ji kampa El- Yeremokê li başûrê Şamê ber bi navçên El- Zahire Cedîde û Bustan El- Dewrê ya Şamê va avêtin.
Fermandetiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê êvara şemiya buhurî li daxûyaniyekê paqijkirina tam a navça Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê ji lepên terorîstan raghand.
Li gor nûçeyeke din, 499 awareyên sûrî li Lubnanê piştî bi salan îro terka vî welatî dan û vedigerin mal û zewiyên xwe li Beyt Cinê li derdora başûrê Şamê. Pêştir jî zêde ji 500 malbatên din vegeryan malên xwe li navça hanê.
Piştî operasyona artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê, Beyt Cin li dawîn rojên sala 2017` an ji lepên terorîstan hat paqijkirin û bi hevhatinekê paşmayiyên van terorîstan bo Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê hatin veguhestin.