Nîsan 18, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî: Hevalbendiya amerîkî bi dû lawazkirina hakimiyeta Sûriyê ye.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî bal kişande ser hedefa hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîkayê ji bo lawazkirina hakimiyeta Sûriyê û got: Vê hevalbendiyê heta niha hezaran welatiyên bê gunehe sûrî kuştine.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî êvara duh sêşemê li civîna Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ku ser daxwaza Rûsiyayê bona lêkolîna ser rewşa mirovî ya bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê bi rê ket got: Li gorî lêkolînên hatî kirin, sedî sed ji vî bajarî kavil bûye.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir: Hevalbendiya bi serokatiya Amerîkayê hemû jêravahiyên Sûriyê ji wan Pirê, nexweşxane û medrese kavil kirine.

Nûnerê hertimî yê Rûsiyayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî jî li vê civînê bal kişande ser bombebarana hevalbendiya bi serokatiya Amerîka ser bajarê Reqayê û got: Hezaran meytê xelkê di bin kaviliyan da mane.

Vasîly Nebenzya herwisa destnîşan kir: Amerîka bi mihaneya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagîr kiriye.

Wî bal kişande ser nerezamendiya xelkê Reqayê ji ber ku Amerîkiyan bajarê wan dagîr kiriye û ragihand: Hêzên amerîkî xîncî kavilkirinê tu xêrek ji bo Reqayê tune.