Nîsan 17, 2018 21:12 Asia/Tehran
  • Gorneka komkî li Dûma ya Sûriyê hate peydakirin

Gorneka komkî bi nêzî 30 meytan, li bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilatê Şama paytexta Sûriyê, hate dîtin.

Li gorî rapora IRNA`yê, televîzyona Sûriyê, roja sêşemiyê ragihand ku gorneka komkî li taxa El Sukrî ya li pişka kevn a bajarê Helebê li bakûra Sûriyê, hatiye keşifkirin.

Li gorî ragihandina van çavkaniyan, li vê gorna komkî meytên 37 kesan hatine dîtin ku muhtemel e yên dîlên di destê komên terorîst de bûn ku berî derketina ji bargehên xwe yên li bajarê Helebê, ew bi awayekî komkî îdam kirine.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan ên wek Brîtanya û Fransayê pişta wan digirtin, bona guhertina hevsengiya desthilatê li navçê ser qazanca Rejîma Siyonîst, dest pê bû. Terorîst di heft salên vê dawiyê de gelek cinayet li Sûriyê kirine.