Adar 21, 2018 15:52 Asia/Tehran
  • Vekirina sêyemîn derbasgeha ji bo derketina sivîlên sûrî li Xûteya Rojhilatê

Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê îro ragihand ku sêyemîn derbasgeha ewleh ji bo derketina sivîlan ji Xûteya Rojhilata Şamê hat damezirandin.

Çavdêrxaneya Rûsî ya agirbesta Sûriyê, ragihand ku li Xûtaya Rojhilat korîdora sêyem ji bo derxistina sivîlan hat vekirinê û heta niha 315 welatîyên sûrî bi rêka vê derbasgehê ji Xûteya Rojhilatê hatine derxistin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatye gotin ku taxên Sakba û Kafer Batna ku di vê dawîyê ji çekdaran hatine paqijkirin cardin sivîl vegeriyanê.

Li Xûtaya Rojhilat hingî ku korîdorên mirovî vebûne nêzî 80 hezar sivîl bi rêya van korîdoran hatin derxistin. Ji sedî 70`yê vê herêmê ji milîtanan hatiye paqijkirin.

Ajansa nûçan a Reutersê jî ji zarê çavkanîyên neyarên sûrî bal kişand ser lihevkirina bi navbeynkarîya Moskowê ji bo veguhestina kesên çekdar ji Xûteya Rojhilatê bo bakûra rojavaya Sûrîyê û ragihand: Eva yekem lihevkirina digel komên  çekdar li çepera herî dawîyê ya wan li nêzîkî Şamê tê hesêb.

Li gorî vê raporê, çekdarên Ehrar ul Şamê ku bajarokê Herestayê di bin dagirkerîya wan da ye razî bûne ku di berdêla çûyîna bo deverên di bin kontrola komên çekdar ên li bakûra Sûrîyê de çekên xwe radest bikin.