Adar 21, 2018 10:27 Asia/Tehran
  • Hişyariya Yûnîsifê (UNICEF) li bara rewşa welatiyên sivîl li Efrînê

Berdevka Sindoqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) tevî hişyariya li bara rewşa însanî li navçeya Efrînê li bakurê Sûriyê got: dagirkirina bajarekî ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên hevpeymanê wî welatî va rewşeka dijwar bo rûniştiyên Efrînê pêk aniye.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya APTN'ê, Berdevka Sindoqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF), Marîksî Mêrkadoyê berêvara Sêşemiyê got: Dagirkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê va ku bûye sebeba xerabûna binavahiyên bajêr, rewşa jiyanê ji bo bi hezaran kes ji rûniştiyên vê navçeyê bi taybet zarokan tûşî dijwariyê kiriye.

Mêrkadoya Berdevka Sindoqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) her wiha got: Texmîn tê kirin ku sed hezar kes li nav bajarê Efrînê bin ku nîvê wan zarok in û hewcedara piştevanî û alîkariyên însandostiyê ne.

Li vî halî Berdevka Komîsaryaya Bilind a Penaberan a Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY), Andirê Mahîçîç got: Li gorî dewama şer û pevçûnan li Xûteya Rojhilat, derdora Şamê û Efrînê li bakurê rojavaya Sûriyê em li bara xerabtirbûna rewşa însanî li Sûriyê hişyariyê didin. Ev mijar dikare pêleka nû ya awaretiyê bi xwe ra bîne.

Artêşa Tirkiyê û têrorîstên bin fermana vî welatî nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê roja Yekşemiya heftiya bihurî serê axir bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê bi tamî dagir kirn.

Serokomarê Tirkiyê 20 Çileya îsal destpêkirina destdirêjiya leşkerî ya vî welatî bi navê Çiqla Zeytûnê li dijî mîlîtanên kurd li Efrîna Sûriyê ragihand; Enqere dibêje ku mîlîtanên kurd li vê navçeyê komên têrorîst in.

Erdoxan armanca vê êrîşê biryara Waşîngtonê ya avakirina hêzeka sînorî ya 30 hezar kesî pêkhatî ji hêzên kurd li navçeyên sînorî yên başûrê Tirkiyê dizane.

Hêzên kurd li navçeya Efrînê dibêjin ku piştî dagirbûna bajêr zêde ji 200 hezar kes ji rûniştiyên vî bajarî aware bûne û av û xwarek li ber destê wan tune.

Dewleta Sûriyê bi şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser navçeya Efrînê û deverên din li bakurê Sûriyê daxwaza derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji axa xwe kiriye.