Adar 19, 2018 10:31 Asia/Tehran
  • Esed: Têkoşîna Sûriyê dijî têrorîsmê berevaniya ji hemî welatên dinyayê ye

Serokomarê Sûriyê li seredana xwe ya ji baregehên artêşê li bereyên pêşî yên şêrr li Xûteya Rojhilata şamê li nav koma hêzên artêşa Sûriyê got: Hûn ketine şerê dijî têrorîsmê ji bo berevaniya ji hemî welatên dinyayê û ne tenê Sûriyê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê ji hêêzn sûrî ra her wiha got: Hevsengiyên cîhanê bi avêtina her gulleyekî leşkerên sûrî ji bo kuştina têrorîstan û Nexşeya Siyasî ya Cîhanê bi pêşdaçûna artêşa Sûriyê diguhere.

Bişar Esed hebûna hêzên artêşa Sûriyê di riya têkoşîna dijî têrorîsmê cihê şanaziyê da zanîn û got: Van hêzan wisa ku bi serxwebûna Sûriyê pêngaveka dîrokî rakirine, roja îro jî dîrokê dinivîsin.

Serokomarê Sûriyê duh anku Yekşemiyê piştî seredana ji baregehên artêşa Sûriyê li Xûteya Rojhilata Şamê digel hejmareka rûniştiyên Xûteya Rojhilat jî gotûbêj kir.

Artêşa Sûriyê piştî 18 rojan şer û pevçûnê heta niha sedî 80ê navçeyên bin dagirkeriya têrorîstan li Xûteya Rojhilat kontrol kiriye. Artêş û hêêzn çekdar ên vî welatî hema wisa li halê pêşdaçûna li navçeyên cûrbicûr ên Xûteya Rojhilat in.

Komên têrorîst ên bicihbûyî li Xûteya Rojhilat pirraniya deverên rûniştiyên Şamê bi avêtina rokêt û topên hawanê dikin armanca êrîşên xwe û ji ber van êrîşan hejamreka zêde ya welatiyên sûrî hatine kuştin an birîndar bûne.