Adar 19, 2018 09:04 Asia/Tehran
  • Mîlîtanên ser bi Tirkiyê malên efrîniyan talan kirin

Çekdarên ser bi koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê roja Yekşemiyê piştî dagirkirina bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê, malên xelkê li vî bajarî talan kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, mîlîtanên bin sîvana piştgiriya Tikriyê piştî dagirkirina bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê Sûriyê, ketin nav dûkan, xwaringeh û malên xelkê û malên wan bi xwe ra birin.

Gellek ji rûniştiyên bajarê 350 hezar kesî yê Efrînê piştî destdirêjiya hêzên Tirkiyê û çekdarên koma Artêşa Azad a Sûriyê neçar man ku terka malên xwe bikin.

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya koma çekdar a nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê ji 20ê Çileya 2018an va êrîşên xwe yên çekdarî bi armanca ragihandî ya têkoşîna dijî têrorîsmê li Efrîna bakurê Sûriyê dest pê kiriye.

Tirkiyê armanca xwe ji êrîşa ser Efrînê jinavbirina hêêzn PKK, Partiya Yekîtioya Dêmokratîk (PYD), û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê daye zanîn.

Binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ji aliyê Enqerê va bi caran ji aliyê civatên cîhanî û dewletên bêalî hatiye şermezarkirin û heta tûşî hin dijayetiyan li nav Tirkiyê bûye. Heta niha zêde ji hezar kes ji dijberên vê destdirêjiyê ji aliyê dewleta Tikriyê va hatine girtin.