Adar 18, 2018 20:11 Asia/Tehran
  • Bişar Esed çû Xûteya Rojhilat a Şamê

Malpera serokomarîya Sûrîyê bi weşandina dîmenên seredana Bişar Esed li Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê, ragihand ku serokomarê Sûrîyê îro çû seredana vê navçê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bişar Esed tevî seredana Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê, bi hêzên artêşa vî welatî û fermandarên wan re hevdîtin û gotûbêj kir.

Seredana Esed a Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê li halekî ye ku pirranîya deverên wê di bin kontrola hêzên artêşa Sûrîyê de ne.

Komên têrorîst ên li Xûteya Rojhilatê ji mehekê berî niha ve êrişî deverên xelknişîn ên Şamê dikin û di encamê de gellek welatîyên sûrî hatine kuştinê û birîndar bûne.