Derketina 16 hezar kesên sivîl ji Xûteya Rojhilatê
Parêzgarê Şamê ragihand ku hejmara sivîlên ji Xûteya Rojhilatê derketine û li cihên kivşkirî hatine bicihkirinê, giheştîye 16 hezar kesî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Ela Monîr Ibrahîm parêzgarê Şamê got: 8 hezar sivîl ji bo Hercelê, 6 hezar sivîl ji bo Edra Beledê û 2 hezar kes jî ber bi kempa Dewîrê ve hatine şandinê.
Parêzgarê Şamê bi gotina vîya ku artêşa Sûrîyê rê ji bo sivîlan serrast dike ta ku bigihêjin derbasgehan, dîyar kir: Dewleta Sûrîyê ji bo bicihkirina 40 hezar sivîlî navendên mayînê teyar kirine.
Wî bal kişand ser hewildana têrorîstan ji bo astengkirina derketina sivîlan ji Xûteya Rojhilatê û pêgirî kir: Hin sivîl dema derketinê birîndar bûne û dmelidest bo nexweşxanê hatine veguhestin.
Komên têrorîst ên li XÛteya Rojhilatê ji mehekê berî niha ve êrişî deverên xelknişîn ên Şamê dikin û di encamê de gellek welatîyên sûrî hatine kuştinê û birîndar bûne.