Adar 18, 2018 16:53 Asia/Tehran
  • UNICEF: Bi dehan zarok li Efrînê hatine kuştinê

Berdevkê Sandiqa Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku di encama êrişên artêşa Tirkîyê û Artêşa Sûrîyeya Azad ser Efrînê de bi dehan zarok hatine kuştinê û ev yeka rexne kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Marîksî Mêrkado berdevkê Sandiqa Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku di encama êrişên artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê ser Efrînê de gellek zarok hatine kuştinê û birîndar bûne.

Mêrkado li civîneke rojnamevanîyê ragihand: Raporên ji Efrînê nîşan didin ku ji destpêka şêrr va bi dehan zarok hatine kuştinê û gellek zarok jî birîndar bûne.

Wî têkildarî rewşa Efrînê nemaze zarokên vê herêmê got: Di 10 rojên buhurî de zarok û malbatên efrînî tûşî kêmavîyê bûne ji ber ku li gorî raporan ava bajêr hatîye qutkirinê. Malbat ji bo dabînkirina avê, ava neparzûşnkirî ya golmencan bi kar tînin ku ev yeka jî xetera belavbnûna nexweşîyên têkildarî avê di nava nêzî 250 hezar kesî de zêde dike.

Wî herwiha ji br girêdana medreseyan û awarebûna bi sedan zarokî ji ber şerê li Efrînê hişyarî da.