Adar 18, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • HSD`ê opêrasyona dijî DAIŞ`ê da sekiandin

Hêzên Sûrîyeya Dêmokiratîk (HSD) bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişa zorbêjane ya artêşa Tirkîyê ser Efrînê, opêrasyona dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê sekiandin. Peyvdara operasyona Bagera Cezîrê ya hêzên HSD Lîlwa Ebdella ragihand, ku ew ê hêzên xwe ji Dêra Zorê bikişînin û li sengerên Efrînê beramberî artêşa Tirkiyê belav bikin.

Lîlwa Ebdellayê ji ajansa Hawar ya nêzîkî YPG`ê re got: "Bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, em ê operasyona Bagera Cezîrê rawestînin û hêzên xwe ji Dêra Zorê vekişînin û li Efrînê belav bikin".

Wê herwiha: "Bi sedema êrişên hewayî yên Tirkîyê ser Efrînê, em neçar in bi awayekî demkî operasyona xwe rawestînin û em ê hêzên xwe ji rojhilatê Firat bibin sengerên beramberî artêşa Tirkiyê. Rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê giringtirîn sedema vekişandina hêzên me ji rojhilatê Firatê ye".

Lîlwa Ebdella diyar kir, ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê xizmeta çekdarên DAIŞ`ê dike û mana wan li Sûryê dirêjtir dike".

Ev yek di demekê de ye, ku îro 18/3/2018`an,  serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan dagîrkirina Efrînê ragihand û got: "Ala Tirkiyê li navenda Efrînê hatiye bilindkirin".

Di sala 2017`an de, Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ji bo sekinîna li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li Dêra Zorê, operasyona Bagera Cezîrê destpê kirin.