Adar 18, 2018 16:14 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê derbasî şarê Efrînê bû

Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê derbasî nav şarê Efrînê li bakûra rojavaya parêzgeha Heleba Sûrîyê bûn û sedî 60`ê vî şarî xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, çavkanîyên meydanî îro ragihandin ku hêzên êrişkir û zorbêj ji du mêhwerên rojhilat û rojava ve derbasî Efrînê bûn û têrmînala kevin û taxên Eşrefîye û Cemîlîyê yên Efrînê xistin bin kontrola xwe.

Niha pevçûnên giran di navbera artêşa Tirkîyê, têrorîstên Artêşa Sûrîyeya Azad û YPG`ê nemaze li meydana Wetenîyê li navenda vî şarî de didomin.

Artêşa Tirkîyê û têrorîstên bi wê re hê nekarîne bajarê Efrînê tam bêxin bin kontrola xwe.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi neyayyyyya Helebê.

Artêşa Tirkîyê êrişên ser bajarok û deverên Cindiris, Şêx Hedîd, Raco û Bilbilê ser bi Efrînê giran kirine.

Opêrasyona artêşa Tirkîyê li Efîrên ser navê Çiqila Zeytûnê ji 20`ê Çilê ve destpê bûye. Dewleta Enqerê idia dike ku armanca vê opêrasyonê jinavbirina endamên PKK`ê û YPG`ê û DAIŞ`ê li Efrînê ye eva li halekî ye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê tu hêzek li Efrînê tineye.