Diberên sûrî: Hêzên Tirkîyê ketin Efrînê
Adar 18, 2018 13:46 Asia/Tehran
Yek ji rêvebirên neyarên sûrî û Zêrevanîya Mafên Mirovan a vî welatî ku ser bi neyaran e, ragihandin ku hêzên Tirkîyê û serhildêrên Artêşa Sûrîyeya Azad derbasî nav bajarê Efrînê bûn.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al Jazeerê, serhildêrên Artêşa Sûrîyeya Azad bi alîkarîya artêşa Tirkîyê ku ji 20`ê Çilê va opêrasyonek dijî Efrînê destpê kirin ji du mêhwerên rojhilat û rojava ve derbasî şarê Efrînê bûn.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku hêzên YPG`ê hela jî li hin deverên Efrînê hene û pevçûna di navbera her du alîyan li nav bajêr didome.
Nûçegihanê kanala Al Mayadeenê jî ragihand ku artêşa Tirkîyê zêde ji du ji sêyê şarê Efrînê xistîye bin kontrola xwe û giheştîye navenda bajêr.