Adar 18, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • Têlêvîziyona Sûriyê: Miliyonek kes li Efrînê birçî û nexweş bûne

Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihandin ku zêde ji miliyonek efrînî li pey êrîşên Tirkiyê li ser vî bajarî li bakurê rojavaya Sûriyê tûşî birçîbûn û nexweşiyê bûne.

Li gorî rapora Fars Newsê, têlêvîziyona dewletî ya Sûriyê roja Şemiyê bi raporekê ragihand ku ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê li bakurê Sûriyê, zêde ji miliyonek kes ji rûniştiyên wî bajarî tûşî birçîbûn û nexweşiyê bûne.

Çavkaniyên nûçeyan ên kurdî ragihndin ku artêşa Tirkiyê roja bihurî bi giranî bajarê Efrînê û nexweşxaneya vî bajarî bombebaran kirine ku di encamê da 22 welatiyên asayî hatin ekuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çekdarên Tirkiyê û têrorîstên Artêşa Azad a Sûriyê ji 20ê Çileya 2018an va destdirêjiya bi navê Çiqla Zeytûnê li ser Efrînê dest pê kirin.

Tirkiye îdia dike ku armanca vê destdirêjiyê li ser Efrînê li parêzgeha Helebê, şerê dijî mîlîtanên kurd e.

Li pey êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê zêde ji hezar welatiyên asayî hatine kuştin û birîndar bûne û bi hezaran kes jî neçar mane terka gund û bajarên xwe bikin.

Ofîsa serokoamrtiya Tirkiyê vê dawiyê ragihand ku Efrînê piştî dagirkirinê radestî Şamê nake.