Serhilderên Xûteya Rojhilat a Şamê, muzakira bi Rûsiyê re ya bi çavdêriya NY qebûl kirin
Komên neyarên li Xûteya Rojhilat ji wan Cêyş Ul Islam, Fîleq El Rehman û Ehrar El Şam, li daxuyaniyeka hevpar ku ji aliyê hin çavkaniyên neyaran li torên civakî hate weşandin, amadetiya xwe ya ji bo cihanîna biryarnameyên navneteweyî û derbasbûna tam a nav pêvajoya siyasî ragihandin.
Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera nûçeyan a Siriya News`ê, komên çekdar amadetiya xwe ji bo gotûbêja rasterast a bi Moskovayê re li Jênêvayê di bin çavdêriya ji hêla navneteweyî ve de ragihandin.
Li daxuyaniya hevpar a komên Cêyş Ul Islam, Fîleq El Rehman û Ehrar El Şamê hatiye gotin, ew li ser cihhatina tam a biryarnama 2401`ê û ketina nav pêvajoya siyasî ya li gorî biryarnameyên navneteweyî pêgîriyê fikin.
Stêfan Dê Mîstora, şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bo Sûriyê, berî niha ragihandibû ku hin hewldan ji bo destpêbûna gotûbêjên di navbera du komên Ehrar El Şam û Fîleq El Rehmanê de ku kontrola pişkên başûrî yên Xûteya Rojhilat di destê wan de ye û Rûsyê de tên dayîn, lê hîn ev hewldan bi ser neketine.
Eva li halekê ye ku Fîleq el Rehman, yek ji komên sereke yên çekdar û neyar li Xûteya Rojhilatê Şamê, roja îniyê dijayetiya xwe bi pêşniyara Rûsyê ya ji bo radestkirina hêzên xwe û derketina ji vê navçeyê diyar kir.