Wezîrê derve yê Fransayê ji bo Efrînê serdana Moskowa û Tehranê dike
Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo çareseriya pirsgirêka Efrîn û Sûriyê wê serdana Moskowa û Tehranê bike.
Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku li hemberîkurdên Sûriyê daye destpêkirin meha xwe ya yekim derbas kir û Fransa jî hewl dide têkeve dewrê. Li gor zanyariyan Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo çareseriya pirsgirêka Efrîn û Sûriyê wê serdana Moskowa û Tehranê bike.
Wek tê zanîn Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê sê welatên garantor ê pêvajoya Astanayê ne. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Wezîrê Jean-Yves Le Drian operasyona leşkerî ya Efrînê rexne kiribûn.Jean-Yves Le Drian îro di axaftineke xwe de ragihand ku bi daxwaza Serokomarê Macron ji bo hevdîtina bi aktoran re ez ê serdana Moskwa û Tehranê bikim.
Çavkaniyekî dîplomatîk li Moskowayê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku dibe wezîrê derve yê Fransayê hefteya pêşiya me serdana herdu welatan bike.