Sibat 21, 2018 12:28 Asia/Tehran
  • Hêzên gelanî yên Sûriyê gihêştin Efrînê

Bingehên sûrî ragihandin ku hêzên gelanî yên Sûriyê bona berevaniya ji gelê Efrînê li hemberî êrişên Tirkiyê gihêştine vî bajarî.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, rojnama El-Weten a Sûriyê ragihand Hema prosa çûna hêzên gelanî yên Sûriyê bo nav bajarê Efrînê bona alîkariya xelkê vî bajarî li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê berdewam e.

hîn kifş nebûye ku ev hêzên gelanî heta kengê dê biçin nav Efrînê û ciyê çûna van hêzên gelanî ji ber hegerên eskerî nehatiye ragihandin.

Rojnama El-Weten ragihandiye çûna hêzên gelanî yên Sûriyê bo nav Efrînê li gor pilanekî micid e û hedefa vê pilanê jî piştevaniya ji xelkê Efrînê li hemberî Tirkiyê ye.

Vê bingehê ragihandiye ku bona îcrabûna vê pilanê tu hevahengiyek gel aliyên Tirkiyê nehatiye kirin û her eva ku artêşa Tirkiyê jî êrişî ser derbasgeha Ziyare û bajarokê Kefîn kiriye ji ber viya ye ku pîşiya çûna hêzên gelanî bo nav Efrînê bigrin ta ku bikaribin Efrînê dorpêç bikin.