Lavrov: Daxawaza ji bo rawesandina operasyona Sûriyê li Idlibê, dibe sedema xurtbûna El-Nusreyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê îro duşemiyê teqez kir: Daxwaziyên ji aliyê endamên nenas ên konseya Ewlehiyê ji bo rawestandina êrişên artêşa Sûriyê li Idlibê bi armanca alîkariya bo bereya El-Nusre hatiye hilêxistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Reuters`ê, Sergeyî Lavrov roja duşemiyê li destpêka axiftina xwe li civîna Waldayê li hevdîtina bi hevtayê xwe yê cezayirî, bereya El-Nusreyê komeke terorîstî da zanîn û ji welatên rojavayê xwest ku nifûza xwe ji bo rawestandina endamên vê komê bi kar bîne.
Wî her wiha diyar kir: Ger ew vî karî nekin dê ev koma ji nav here.
Lavrov her wiha teqez kir ku tecruba azadkirina bajarê Helebê ji destê terorîstan, li Qûta rojhilat a Şamê li dijî terorîstên El-Nusreyê dikare cih were.
Wî bal kişand ser vê yekê ku aktorên navneteweyî hewl didin ku ji qeyrana Sûriyê ji bo cihhatina qazancên xwe îstifdê bikin û got: Em şehedê hin babetên binpêkirina navçên kêmkêşe li Sûriyê ne û em hewl didin li vê barê bighêjin rêçareyekê.
Sergeyî Lavrov her wiha got: Emerkî divê dev ji lîstika bi êgir re li Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên demkî berdin.