Sibat 19, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Êrişa artêşa Sûriyê ser bereya El-Nusreyê li derdora Hemah û Idlibê

Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê meqerên koma terorîstî ya bereya El-Nusreyêli navça Selîm li başûrê rojhilata parêzgeha Hemahê û hin navçên derdora parêzgeha Idlibê dane ber êrişan.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, balefirên  cengê yên  Sûriyê û Rûsiyê jî hin êriş kirin ser kampa terorîstan li derdora başûrê Idlibê û meqerên  bereya El-Nusreyê li derdora bakurê Hemahê bombebaran kirin.

 Li encama van êrişan hejmarek ji terorîstan hatin kuştin.

 Sana Newsê jî li bara  êrişên  mûşekî û hawanê yên artêşa Tirkiyê ser hin navçên  xelknişîn  li Efrînê û kavilkirina  rawestgeheke trenê agahî da.

 çavkaniyên nûçan  li bajarê Efrînê piştrast kirin ku eskerên  Tirkiyê li êrişa  çend rojên buhurî li dijî gundê El-Mezînê li navça Şêx Hedîdê gaza kolorê xebitandine.

 Berpirsên  nexweşxana  bajarê Efrînê pêştir raghandin  ku  li encama kiryara  eskerên artêşa Tirkiyê derheq bikaranîna  curek gaza jardar li dijî xelkê gundê El-Mezîneyê herîkêm 6 kes ji wan birîndar bûn.