Çile 23, 2018 16:53 Asia/Tehran
  • Amadebûna Navenda Humeymîmê ji bo gîhandina alîkarîyê ji bo niştecihên Efrîna Sûrîyê

Navenda Hevdengîyê ya Ûrsêtê li Humeymîma Sûrîyê amadebûna xwe ji bo gîhandina alîkarîyan ji bo awareyên opêrasyona artêşa Tirkîyê li Efrîna Sûrîyê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Rusia Al Yewmê, Navenda Hevdengîyê ya Ûrsêtê li Humeymîma Sûrîyê li daxûyanîyekê bal kişande ser biryara vê navendê ji bo gîhandina alîkarîyan ji bo awareyên şarê Efrînê ku hawara xwe birine Til Refetê û ragihand: Di pêşerojeke nêzîk de yê xwarek, ava vexwarinê û pêwîstîyên sereke raberî awareyan bike.

Stêfan Ducarîk (Stephane Dujarric) berdevkê Antoniyo Gotereş sêkrêtêrê giştî yê NY jî bal kişand ser amadebûna vê sazîyê ji bo cihanîna opêrasyona berfire di çarçova raberkirina alîkarîyên mirovdostîyê bo niştecihên Efrînê û got: Ji ber xetera li hemberî canê sivîlên Efrînê, piştgirîya ji wan, parastina binesazîyên bajêr û rêzgirtina li qanûnên navnetewî pêwîst e.

Opêrasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi navê ``Çiqila Zeytûnê`` bi mehneya xurtkirina ewlehî û aramiya li sînorên Tirkiye û navçeyê, her wiha jinavbirina PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemiya bihurî va dest pê bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêştir êrîşa artêşa Tirkiyê li sr vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ``Ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye``.