Çile 23, 2018 16:52 Asia/Tehran
  • Rawestandina kamyona hilgirê çekên amerîkî ji bo têrorîstan li Sûrîyê

Dezgehên ewlehîyê yên Sûrîyê kamyoneke hilgirê çekên amerîkî ji bo têrorîstên Cebhet ul Nusrê li Xûteya rojhilata Şam paytexta Sûrîyê zevt kirin.

Li gorî rapora televîzyona Al Meyadînê, çavkanîyên sûrî ragihandin ku kamyona hilgirê çekên amerîkî ji bo têrorîstan ji Urdinê derbasî Sûrîyê bibû.

Li gorî nûçeyeke din, eskerên artêşa Sûrîyê tevî bêencamkirina hewildana têrorîstên Cebhet ul Nusrê li derdora bakûra parêzgeha Laziqîyê ji bo ketina nav gundê Al Serafê li derdora bakûra vê parêzgehê, 13 têrorîst kuştin.

Di encama vê opêrasyonê de herwisan gellek alavên leşkerî û çek û rextên têrorîstan hatin têkbirin.

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê duh basa destpêbûna opêrasyona yekîneyên artêşa Sûrîyê ji bo pakijkirina rojhilata parêzgeha Idlibê ji têrorîstên Cebhet ul Nusrê kir.