Çile 23, 2018 11:50 Asia/Tehran
  • Berteka Yekîtiya Ewropayê li hemberî opêrasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji opêrasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê, daxwaza parastina mafên welatiyên sûrî û xwedûrkirina ji tundiyê li van navçeyan kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînîyê êvara Duşemiyê pişûtî hevdîtina bi serokê Rêxistina xweser a Filsuitînê, Mehmûd Ebas, li Broksêlê, tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji opêrasiyona leşkrî ay Tzirkiyê li Efrîna Sûriyê got: ``Pêwîst e ku li vê opêrasiyonê rêyên însanî divê vekirî bimînin û ziyan li welatiyên asayî nekeve``.

Mogirîniyê got: ``Dewama opêrasiyona hêzên Tirkiyê li bakurê Sûriyê dê kêşe û nearamiyê li navçeyê zêde bike``.

Têrorîsmê ye.

Opêrasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi navê ``Şaxeya Zeytûnê`` bi mehneya xurtkirina ewlehî û aramiya li sînorên Tirkiye û navçeyê, her wiha jinavbirina PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemiya bihurî va dest pê bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêştir êrîşa artêşa Tirkiyê li sr vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ``Ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye``.