Çile 23, 2018 11:22 Asia/Tehran
  • Berteka parlimana Sûriyê li hemberî êrîşa hêzên Tirkiyê li ser bakurê vî welatî

Parlimana Sûriyê bi daxûyaniyekê destdirêjiya hêzên artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê li bakurê vî welatî şermezar kir.

Li gorî rapora êvara Duşemiyê ya IRNA`yê, parlimana Sûriyê li v daxûyaniyê ji yekîtiya navparlimanî ya cîhanî û endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî xwest ku destdirêjiya artêşa Tikriyê lis er bakurê Sûriyê şermezar bike.

Vê daxûyaniyê her wiha ragihand: ``Hikûmeta Erdoxên bi destdirêjiya li ser bajarê sûrî yê Efrînê bi mehneya dabînkirina ewlehiyê careka din Têrorîsm, Kuştin, Wêranî û binpêkirina qanûnên navneteweyî girtiye ber xwe û dil heye bêewlehiya li navçeyê gurr bike``.

Daxûyaniya parlimana Sûriyê destnîşan dike ku: ``Destdirêjiya Tirkiyê li ser axa Sûriyê û kuştin gel û xerakirina malên wan, dijminatiya vê hikûmetê digel tevahiya mirovahiyê nîşan dide û nîşana xwesteka wan ji bo mayîna navçeyê di8 rewşeka nearam da û şerxwaziya berdewam e``.

Ketina hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê di rojên dawî da di rewşekê da ye ku ev welata anku Sûriye piştî bi salan li bereberê têkbirina diyardeya Têrorîsmê ye.

Opêrasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi navê ``Şaxeya Zeytûnê`` bi mehneya xurtkirina ewlehî û aramiya li sînorên Tirkiye û navçeyê, her wiha jinavbirina PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemiya bihurî va dest pê bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêştir êrîşa artêşa Tzirkiyê li sr vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ``Ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye``.