Çile 22, 2018 19:58 Asia/Tehran
  • Berteka Amerîka, NATO û YE`yê li hemberî êrişa Tirkîyê ser Efrînê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê û berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û NATO`yê li daxûyanîyên cida têkildarî êrişa Tirkîyê ser Efrîna Sûrîyê dilgiranîya xwe dîyar kirin.

Rêks Tillerson wezîrê karên derve yê Amerîkayê ragihand ku ew ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya dijî Efrînê bifikar e.

Li gorî nûçeya Reutersê, Tillerson di dema çûna xwe ya Londonê de daxuyanî daye û gotiye: "Em ji ber tevgerên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyeyê bifikar in."

Ji aliyê din ve,  Tillerson gotiye ku "em bi temamî mafê meşrû yê Tirkiyê yê parastina welatiyên xwe ji unsur û faktorên terorkar dinasin."

Herwiha Tillerson diyar kiriye ku ji herdu aliyan xwestiye ku ser hemdê xwe bin û wendahiyên sivîl kêm bikin û Amerîka lê dixebite ku "bizane bê dikarin bi hev re çi bikin da ku tirsên ewlehiyê yên Tirkiyê yên meşrû ji holê rakin."

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê Federica Mogherini jî ragihand ku ji ber operasyona Tirkîyê ya li dijî Efrînê ‘gelek bifikar' in.

Li gorî ragihandina Reutersê, Mogheriniyê di civîna çapameniyê de eşkere kiriye ku ji ber operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê gelek bifikar in. Herwiha Mogheriniyê destnîşan kiriye ku operasyona li dijî Efrînê diqewime zerarê bide hevdîtinên têkildarî aştiya Sûriyê.

Mogherini wiha pê de çû: "Ez gelek bifikar im. Li aliyekî rewşa mirovî heye. Divê alîkariya mirovî bi hêsanî bigihêje herêmê û operasyonên leşkerî bandorê li sivîlan nekin. Çalakiyên leşkerî divê me qane bikin ku di çerçoveya li dijî DAIŞ`ê de pêk werin. Diqewime opêrasyonên leşkerî zarerên cidî li hevdîtinên li Cenevê bidin."

Rayedarekî NATO`yê jî ragihand ku derbarê operasyona leşkerî ya Tirkîyê ya li dijî Efrînê de, Tirkiyê NATO haydar kiriye û divê xweparastina Enqerê jî bi pîvan û bi awayekî navînrê be.

Yek ji rayedarê NATO`yê ji ajansa nûçan a Sputnik`ê re axivî û got: "Tirkiye ketîye herêmeke bêistîqrar. Mafê hemû welatan heye ku xwe biparêzin, lê divê ev bi pîvan û îtîdal be."

Wî rayedarê NATO`yê da zanîn ku Tirkiyê beriya operasyona li dijî Efrînê hevalbendên xwe yên di nav NATO`yê de haydar kirine û sekreterê NATO`yê Jens Stoltenberg bi rayedarên tirk re di nav têkiliyan de ye û roja sêşemê jî bi rêya telefonê bi serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re axivî.