Çile 22, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • 14 kuştî û birîndar li encama êrişa terorîstan a bi hawanê ser Bab Tûmaya Şamê

Terorîstên tekfîrî yên navça Bab Tûmayê li Şamê dan ber êrişa hawanên xwe ku li encama wê 6 kesên sivîl hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora  roja duşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê El-Ehdê terorîstên tekfîrî li Sûriyê ku li şerê li hember hêzên sûrî û hevpeymanên wan xisarên giran dîtin niha bi êrişên bi hawanê ser Şamê û binpêkirina  hevhatina navçên kêmkêşe lê digerin ku  ji xelkê sivîl  ê bêberevan tolê hildin.

Îran, Rûsiye û Tirkiye gulana 2017`an  li çaremîn  dewra muzakirên  çareserkirina  qeyrana  Sûriyê li Astana  Qezaqistanê, hevhatina  avakirina  navçên kêmkêşe li Sûriyê bi armanca  kêmkirina  şîdetê îmze kirin. Komên terorîstî bi binpêkirina  hevhatina  avakirina  navçên  kêmkêşe  li Sûriyê, navçên curbicure vî welatî didin ber êrişan.

Di hemen demê de Reuters`ê raghand ku  mûşekek li navenda  Tirkiyê cihê hîndekaiya  qaşo artêşa azad nêzîkî sînorê Sûriyê girt ku li encama wê du kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

 Her wiha li gorî raporan,  hêzên sînorî yên Tirkiyê bi hêzên  piştgiriya ji  kuradn li gundê Elûkê li rojhilata  bajarê Ras El-Eynê li bakurê rojava  Hesekê  li bakurê rojhilata  Sûriyê ketin pevçûnê.

 Artêşa Tirkiyê jî ji roja îniyê bi yekînên  topxaneyî yên xwe dest bi gullebarana  meqerên  PYD li Efrînê kiriye. Operasyona  bejahiyê ya artêşa Tirkiyê jî bi navê çiqa Zeytûnê roja şemiyê li Efrînê destpê bû.

 Şam bi caran operasyon û  bicihbûna  neqanûnî ya eskerên Tirkiyê li axa  Sûriyê rexne kiriye.