Rûsiye ser parastina yekperçetiya erdê Sûriyê sekinî
Çile 22, 2018 17:43 Asia/Tehran
Berdevkê koşka Kirimlînê teqez kir ku Moskowa parastina yekperçetiya edê Sûriyê xaleke bingehîn dizane.
Li gorî rapora Sputnik`ê, Dîmîtrî Pêskof berdevkê koşka Kirimlînê ragahnd ku Moskowa bi baldarî çavdêriya operasyona Tirkiyê li Efrîna Sûriyê dike û nûnerên Rûsiyê jî bi Şam û Enqerê re di peywendiyê de ne.
Pêskof got ku Rûsiyê berûlayên însanî yên têkildarê tiştê ku Efrînê diqewime ji nêzîk ve hildikole.
Balefirên Tirkiyê şemiyê 20 Çilla 2018`an gundên derdora bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê dan ber êrişan.
Tirkiyê îdia kiriye ku armanca vê operasyonê jinavbirina terorîstên PKK û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê û rizgarkirina xelkê navçê ji zilm û serkutkeriyê ye lê Şam bi şermezarkirina vê êrişê, ev weke destdirêjî daye zanîn.