Êrişên topxaneyî yên artêşa Tirkiyê ser malên xelkê sivîl ên derdora Heleba Sûriyê
Çavkaniyên medyayî ragihandin ku malên xelkê sivîl li derdora bakurê Helebê li bakurê Sûriyê ketiye ber êrişa topxane û tankên artêşa Tirkiyê.
Li gorî rapora îro duşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê navenda lubnanî ya El-Ehdê, li gorî raghandina çavkaniyên medyayî, malên xelkê sivîl li gundê Qestel Cindo û gundên din ên nêzîkî wê li navça Efrînê li parêzgeha Heleba Sûriyê ketine ber êrişa Tirkiyê.
Artêşa Tirkiyê ji roja îniyê ve bi yekênên xwe yên topxaneyî dest bi gullebarana meqerên hêzên Yekitiya Demokratîk a Sûriyê, PYD li Efrînê kiriye. Operasyona bejahiyê ya artêşa Tirkiyê bi navê çiqa Zeytûnê roja şemiyê li Efrînê destpê bû ku li encama wê heya niha zêde ji 10 kesên sivîl hatine kuştin.
Beşar Esed serokkomarê Sûriyê wek berteka li hember vê destdirêjiya eskerî got: Destdirêjiya Tirkiyê ser bajarê Efrînê ya Sûriyê mîna siyaseta Enqerê ji destpêka qeyrana Sûriyê bona piştgiriya ji komên terorîstî bûye.
Di eynî demê de Hevalbendiya hêzên dijberê dewleta Beşar Esed bi daxûyaniyekê piştgirî da destdirêjiya eskerî ya Tirkiyê ser bajarê Efrîna Sûriyê.
Li gor nûçeyeke din, Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê bi daxûyaniyekê raghand: Operasyona artêşa Sûriyê ji bo paqijirina rojhilata parêzgeha Idlibê ji endamên bereya El-Nusre û jinavbirina terorîstên dorpêçkirî li vê navçê destpê bûye û hejmara terorîstên ku hatine dorpêçkirin dighêje zêde ji 1500 kesî.
Li daxûyaniya Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê hatiye: Hêzên artêşa Sûriyê her wiha karîn ku 24 gundana azad bikin û di kûratiya 6 km ya bakurê balefirgeha Ebûzihûrê bi pêşde biçin û kontrola tam a vê balefirgehê bigrin destê xwe û endmên bereya El-Nusre neçar bikin birevin.