Fransayê daxwaza lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê li bara qeyrana însanî li Sûriyê kir
Jan Iyo Loderyan wezîrê karên derve yê Fransayê roja yekşemiyê li bara daxwaza Parîsê ji bo lidarxistina civîn destxwe ya Konseya Ewlehiyê ya NY ser mijara `` gefên însanî`` li Sûriyê agahî da.
Li gorê rapora IRNA`yê, û ji zarê France Pressê, Loderyan li axiftina xwe li kêleka civîna welatên rojava Medîteranê li Cezayirê bal kişand ser gurrbûna pevçûnan li Sûriyê û got: Sûriye û rewşa bi heqaret a vî welatî, Fransa asteng kiriye.
Loma em daxwaza lidarxistina civîna Konseya ewlehiyê ya NY jibo hilkolandina hemî gefên mezin ên însanî li Sûriyê kiriye.
Farnce Pressê got: Loderyan her wiha bal kişand ser bi dehan hezar welatiyên sûrî ku li dû êrişên hewayî yên bikuj ên vê heftiyê ên Qûteyê ji aliyê dewleta Sûriyê asteng bûne û behsa bi dehan hezar kesên din kir ku li encama şerê navbera hêzên dewletî bin piştgiriya Rûsiyê û terorîstên tekfîrî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê neçar mane birevin.
Loderyan rojekê piştî operasyona roja şemiyê ya hêzên Tirkiyê jibo derxistina hêzên kurd ji navça Efrînê li bakurê Sûriyê û got: Cihanîna her karekî pêwîst a destxwe ji bo damezrandina agirbesê û destpêbûna hewldana ji bo bidestxistina rêçareya siyasî li vê barê giring e.