Kurdên Sûriyê: Em dijberê pêşniyara Rûsiyê ne/ Emê Efrînê radest nekin
Berpirsekî pilebilind ê kurdên Sûriyê raghand kurdên Efrînê pêşniyara Rûsiyê li bara radestkirina Efrînê qebûl nakin û li bara bêencamkirina plana Tirkiyê û berevaniya ji Efrînê micid in.
Li gorî rapora Rûsiya El-Yewmê, Aldar Xelîl, yek ji rêberên tevgera civaka Demokratîk, kurdên Sûriyê li gotûbêjeke televîzyonê diyar kir: Rûsiyê ji me xwestiye ku navçên xwe radest bikin, em vê pêşniyar qebûl nakin.
Yekînên Parastina Gel(YPG) jî di daxûyaniyekê de raghand: Em baş dizanin ku artêşa Tirkiyê bêyî Erêkirina hêzxurtan û di serî de Rûsiyê ku hêzên xwe li Efrînê bi cih kirine, ev êrişa cih nedianî, vêca em hewqas ku dewleta dagirkir a Tirkiyê berpirsê van êrişan dizanin ,ewqas Rûsiyê jî berpirsê vê operasyonê û berpirsê her kuştinekê ku li dijî xelkê sivîl cih tê, dizanin.
Di dewama daxûyaniya Yekînên Parastina Gel (YPG) hatiye: Armanca artêşa Tirkiyê ji bombebarana valakirina Efrînê, neçarkirina xelkê sivîl bo terikandina wir û piştre bicihkirina kirêgirtiyên xwe li vê navçê ye.
Li encama êriş hewayî yên Tirkiyê ku duh berêvarê bi beşdariya 72 balefirên cengê cih hat, herîkêm 100 cih ji wan hin navçên xelknişîn û navendên Yekînên Parastina Gel(YPG) li bajarê Efrînê û derdoar wê ketin ber êrişê.
Çavkaniyên kurdên Sûriyê raghandin ku du tankên artêşa Tirkiyê di derdora gundê Şeranê li bajarê Efrînê li bakurê rojava Helebê agahî dan.