Çile 21, 2018 16:29 Asia/Tehran
  • Dewama zorbêjîya tirkan li axa Sûrîyê, tankên artêşa Tirkîyê derbasî derdora Efrînê bûn

Serokwezîrê Tirkîyê got ku tankên artêşa vî welatî ji sînorên Efrînê derbasî axa Sûrîyê bûne û opêrasyona li vî şarî dê di 4 qonaxan de pêk bê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mîzanê, Binelî Yildirim îro got ku artêşa Tirkîyê di çarçova opêrasyona ku Tirkîyê Çiqila Zeytûnê bi nav kirîye de bi alîkarîya milîtan û komên têrorîst ên wek Artêşa Azad dest bi êrişa berfire ser deverên kurdnişîn ên Sûrîyê kirine û ev liv û tevger bûne sedema tirs û xofê nav gelê deverên kurdnişîn ên Sûrîyê û Tirkîyê tankên xwe derbasî Efrînê kirine û dil heye opêrasyoneke çarqonaxî li vî şarî cih bîne.

Balafirên cengê yên artêşa Tirkîyê jî duh çend caran êrişî Efrînê û derdora wî kirin.

Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku 10 kes di encama êrişa Tirkîyê ser Efrînê de hatin kuştinê.

Binelî Yildirim herwiha got: Armanca opêrasyona artêşa Tirkîyê li Efrînê pêkanîna devereke ewleh bi beratîya 30 kîlomêtran e.

Tirkîyê ji înîyê şevê va dest bi êrişa ser devera sînorî ya Efîrên li Sûrîyê ku di bin kontrola hêzên kurd da ye, kir.

Di encama êrişên topxaneyî yên artêşa Tirkîyê ser devera Efrînê ku di çarçova opêrasyona Çiqilê Zeytûnê de ji duh ve destpê bûne de heta niha 153 armanc hatine jinavbirin li halekî ku çend sietan berî niha çekdarên Artêşa Azad a Sûrîyê dest bi derbasbûna nav vê deverê kirin.

Di vî halî de berdevkekî YPG`ê li Efrînê got: Hêzên artêşa Tirkîyê derbasî vê deverê nebûne.

Lê serokomarê Tirkîyê ragihand ku artêşa vî welatî derbasî Efrînê bû.

Artêşa Tirkîyê jî li daxûyanîyekê ragihand ku digel Artêşa Azad a Sûrîyê li halê pêşdaçûna li bajarê Efrînê ye.

Dewlet Baxçelî serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê jî bal kişand ser piştgirîya Amerîkayê ji YPG`ê li Sûrîyê û idia kir ku niha Tirkîye pêrgî gefeke mezin bûye. Efrîn bûye gefek l idijî Enqerê û Minbic jî bûye korîdoreke têrorê.

Wezareta karên derve ya Sûrîyê bi şermezarkirina opêrasyona artêşê û komên têrorîst ên Tirkîye pişta wan digire li nêzîkî şarê Efrînê ev liv û tevgerên tirkan ``destdirêjî û zorbêjî``ya hêzên Tirkîyê li axa Sûrîyê wesif kirin û idiayên Tirkîyê têkildarî vîya ku rayedarên Sûrîyê têkildarî opêrasyona xwe haydar kirine, derew zanîn.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê pêgirî kir ku opêrasyona Tirkîyê li Efrînê bi wateya kîn û destdirêjîya nû ya Tirkîyê ser serwerîya Sûrîyê ye û pêgirî li ser pêwîstîya rawestandina lezgîn a liv û tevgerên leşkerî yên Tirkîyê li axa Sûrîyê kir.

Moskowê jî têkildarî opêrasyona leşkerî ya Tirkîyê li axa Sûrîyê dilgiranîya xwe nîşan da û ragihand: Alûgurên bakûra Sûrîyê ji nêzîk ve dişopîne û ji alîyên şêrr dixwaze ku ser hemdê xwe bin.

Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Ûrsêtê li gotûbêja telefonî bi Rêks Tîlêrson hevtûşê xwe yê amerîkî re têkildarî pêngavên pêwîst ji bo garantîkirina istiqrarê li bakûra Sûrîyê gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Fransayê jî ji Konseya Ewlehîyê ya NY xwest ku li bara opêrasyona Tirkîyê dijî Efrînê, civîneke awarte lidar bixe.

Wezîrê karên derve yê Firansayê Wezîrê karên derve yê Firansayê piştî gotûbêja digel hevtûşê xwe yê tirkîyeyî li peyamekê ku bi rêka Tiwwîterê weşand nivîsî: Xûte, Idlib û Efrîn- Fransa ji Konseya Ewlehîyê ya NY dixwaze ku civîna awarte lidar bixe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolyê, têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê ku Tirkîye pişta wan digire, îro derbasî bajarê Efrîna Sûrîyê bûn.