Çile 21, 2018 13:59 Asia/Tehran
  • Endamên çekdare Artêşa Azad a Sûriyê ketine nav Efrînê

Li dewama operasiyona Tirkiyê bo ser Efrînê li parêzgeha Helebê, Endamên çekdare Artêşa Azad ku di bin fermana Tirkiyê dane, îro yekşemê ketine nav bajarê Efrînê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji zarê ajansa Anatoliyê, Tirkiyê şemê 20 Çileya 2018 gundên derûdora Efrînê li 60 kîlomitriya rojavaya Helebê li bakûra Sûriyê kire hedefa êrişên xwe yên hewayî.

Tirkiyê îdia kiriye, hedefa êrişa ser Efrînê jinavbirina terorîstên PKK`ê û DAIŞ`ê yên nav bajarê Efrîna Sûriyê û azadkirina xelkê vî bajarî ye.

Firokên şerî yên Tirkiyê îro sibê jî çend pêgehên YPG`ê li derûdora Efrînê kirine hedefa êrişên xwe.

Wezareta karên derve yê Sûriyê êrişa şemêşev ya Tirkiyê ser Efrînê li bakûra vî welatî bi şîdet mehkûm kir û ragihand ku ev êrişa binpêkirina hakimiyeta netewî ya axa Sûriyê ye û herwisa Şamê ji civata cîhanî xwest vê destdirêjiya Tirkiyê mehkûm bikin û teybîrên pêwîst bona rawestandina vî şerî berçav bigrin.

Wezareta karên derve yê Sûriyê herwisa îdiaya Enqerê ku ragihandiye Tirkiyê Şam ji vê êrişê agehdar kiriye ret kir.