Çile 21, 2018 09:52 Asia/Tehran
  • Şamê operasiyona Tirkiyê li Efrînê binpêkirina hakimiyeta netewî ya Sûriyê daye zanîn

Wezareta karên derve yê Sûriyê êrişa şemêşev ya Tirkiyê ser Efrînê li bakûra vî welatî bi şîdet mehkûm kir û ragihand ku ev êrişa binpêkirina hakimiyeta netewî ya axa Sûriyê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta karên derve yê Sûriyê êrişa şemêşev ya Tirkiyê ser Efrînê li bakûra vî welatî bi şîdet mehkûm kir û ragihand ku ev êrişa binpêkirina hakimiyeta netewî ya axa Sûriyê ye û herwisa Şamê ji civata cîhanî xwest vê destdirêjiya Tirkiyê mehkûm bikin û teybîrên pêwîst bona rawestandina vî şerî berçav bigrin.

Wezareta karên derve yê Sûriyê herwisa îîdiaya Enqerê ku ragihandiye Tirkiyê Şam ji vê êrişê agehdar kiriye ret kir.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû roja îniyê îdia kiribû ku Tirkiyê hema bi curekî nivîskî karbidestên Sûriyê ser vê êrişê agehdar kirine.

`Yekîneyên topxaneya artêşa Tikriyê li ser sînorê Sûriyê li navçeyên Kirîkxan û Hesayê yên ser bi parêzgeha Hataya vî welatî roja Îniyê baregehên hêzên Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (PYD) li navçeya Efrînê ser bi parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê dan ber topan.

Ajansa dewletî ya nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê ragihand: ``Piştî hevdîtina duh a Xulûsî Akar serokê erkatiya artêşa Tirkiyê û Hakan Fîdan serokê Saziya Istixbarata Tirkiyê (MIT) digel jênêral Walêrî Grasîmof serokê erkantiya hevpar a artêşa Rûsiyê li Moskoyê, 170 hêêzn çekdar ên Rûsiyê li bakurê Sûriyê,dê navçeyên nêzikî sînorê Tirkiyê heta navbira 17b Kîlomitrî vala bikin``.

Artêşa Tirkiyê ji çend hefteyan berî viya bi şandina alavên şêrr û bicihkirina hêzên nû li sînorê Sûriyê, xwe ji bo destpêkirina opêrsiyonê li navçeya Efrînê amade kiriye û li vê çarçovê li danzdeh deverên sînorê digel sînorê, dîwarê ji bo ketina tankan rakiriye.

Roja Îniyê jî 20 otobûsên hêzên sûrî yên di bin piştgiriya Enqerê ji derbasgeha sînorî ya Onco Pînarê ya şaristana Kilîsê ketin nav axa Sûriyê da ku ji bo dorpêçkirina Efrînê bên şandinê.

Serokwezîrê Tirkiyê, Bînalî Yildirim jî îro li Enqerê ragihand: ``Em bi saya bikaranîna mafên qanûnî û navneteweyî, dê îzna damezirandina teşkîlatekê ku gefa li dijî ewlehiya me ya neteweyî be, nedin``.

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê, Nûredîn Canîklî jî got: ``Gefên ewlehiyê li dijî Tirkiyê roj bi rojê zêdetir dibin û ji bo opêrasiyona Efrînê jî bona kêmkirina goriyên hitmalî em bi tevahiya welatên xwedan bandor li guhertinên Sûriyê mijûlî ûgotûbêj û muzxakirê ne û dema ku hevahengî û rewşa lazim çêbibe, dê opêrasiyona Efrînê dest pê bibe``.

Koma nasyar bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ku pirraniya endamên wê kurd in, ragihand: ``Em ê bi tundî bersiva her êrîşa li ser Efrînê bidin``.