Çile 20, 2018 21:24 Asia/Tehran
  • Komeke gelanî ya Sûrîyê têkildarî êrişa ser Efrînê hişyarî da Tirkîyê

Bereya Gelanî ya Azadkirina Iskenderûnê, têkildarî dewama êrişên Trikîyê ser şarê Efrînê li bakûra parêzgeha Heleba Sûrîyê, Enqere hişyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bereya Gelanî ya Azadkirina Iskenderûnê îro li daxûyanîyekê wek berteka li hemberî êrişên topxaneyî yên artêşa Tirkîyê ser bajarê Efrînê ragihand: Ji bo amadebûn û berxwedana li rex Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û sekinîna li hemberî artêşa Tirkîyê amade ye.

Bereya Gelanî ya Azadkirina Iskenderûnê komeke çekdar li bakûra rojavaya Sûrîyê ye. Iskenderûn ji sala 1939`ê ve piştî derketina firansîyan ket bin kontrola artêşa Tirkîyê lê Sûrîye hertim li xerîteyan Iskenderûnê beşek cidanabe ya axa xwe dizane.

Ji hêla din ve Partya Yekitîya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (PYD), li daxuyaniyekê ji Civata Cîhanî, saziyên medenî û rêxistinên hiqûqî û qanûnî xwest li hember yek mîlyon rûniştiyên navça Efrînê, hesta wan a berpirsyariyê hebe.

PYD`ê li vê daxuyaniyê ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û Konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê xwestiye bona girtina pêşiya êrişa Tirkiyê, kareka lezgîn bike û navça bakûrê Sûriyê li rojava û rojjilata Firatê, navçeya ewleh were ragihandin.

Yekîneya topxaneyî ya artêşa Tirkiyê ku li navçên sînorî yên Kirîkxan û  Hessayê li parêzgeha Hatayê bicih bûne, roja îniyê bargehên hêzên Partya Yekitîya Demokratîk a Kurdên Sûriyê li Efrînê li parêzgeha Helebê li bakûrê Sûriyê dan ber gulleyan.

Mijara şandina çek û madeyên teqandinê ji aliyê Waşîngtonê ve bo hin komên Kurd û perwerdekirina wan ji bo pêkanîna hêzaka 30 hezar kesî li bakûra Sûriye û Iraqê, bûye sedema rexneya rayedarên Tirkiyê.